Testo Newêrim - Yunus Dişkaya
Testo della canzone Newêrim (Yunus Dişkaya), tratta dall'album Cegerxwîn 1 - Xurşîd
Bi zaravê evînê ger nebêjî!
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim.
Ji wan lêvan şekir carek nerêjî.
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Tu zanî ko ne wek te ez ciwan im.
Eger şanî nedî rê ez çi zanim.
Du çavên xwe li min bişkîn tu xanim.
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Eger bêjî: Were em herne geştê?
Bi hevdî ra hinek rûnin li deştê.
Xwe biavêjî li ser sînga me xweş tê
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Tu destê xwe nedî destê minê jar
Wekî şengê bi ser min da neyê xwar
Dilê xemgîn nekî carek tu hişyar
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Tu ocax î keçê ez pir ditirsim,
Tu hozan î ji te lewra dipirsim
Cegerxwîn im meger hozan û girs im
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Cegerxwîn im meger hozan û girs im
Newêrim ez, newêrim ez, newêrim!
Credits
Writer(s): Cegerxwîn, Yunus Dişkaya
Lyrics powered by www.musixmatch.com
Link
Disclaimer:
i testi sono forniti da Musixmatch.
Per richieste di variazioni o rimozioni è possibile contattare
direttamente Musixmatch nel caso tu sia
un artista o
un publisher.