Testo Lê Lê Ciwanê - Xece
Testo della canzone Lê Lê Ciwanê (Xece), tratta dall'album Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo
Feryad û sed ax û eman, lê lê ciwanê
Ez ketime ber êş û belan, lê lê ciwanê
Feryad û sed ax û eman, lê lê ciwanê
Ez ketime ber êş û belan, lê lê ciwanê
Heyfa evî emrê ciwan, lê lê lê ciwanê
Min daye ber derd û kulan, lê lê lê ciwanê
Heyfa evî emrê ciwan, lê lê lê ciwanê
Min daye ber derd û kulan, lê lê lê ciwanê
Derda di dil min dane şax, lê lê ciwanê
Nîsan li min bû wek Tebax, lê lê ciwanê
Derda di dil min dane şax, lê lê ciwanê
Nîsan li min bû wek Tebax, lê lê ciwanê
Mêrga dil û can çilmisî, lê lê lê ciwanê
Hişkbûne hewdê sorgulan, lê lê lê ciwanê
Mêrga dil û can çilmisî, lê lê lê ciwanê
Hişkbûne hewdê sorgulan, lê lê lê ciwanê
Hişkbûn li dil mêrg û çîmen, lê lê ciwanê
Teyr û tilûr qet lê neman, lê lê ciwanê
Hişkbûn li dil mêrg û çîmen, lê lê ciwanê
Teyr û tilûr qet lê neman, lê lê ciwanê
Îro ji wî baxê bilind, lê lê lê ciwanê
Awaz û dengê bilbilan, lê lê lê ciwanê
Îro ji wî baxê bilind, lê lê lê ciwanê
Awaz û dengê bilbilan, lê lê lê ciwanê
Şalûl û bilbil û qaqlîbaz, lê lê ciwanê
Qumrî û quling, şahîn û baz lê lê ciwanê
Şalûl û bilbil û qaqlîbaz, lê lê ciwanê
Qumrî û quling, şahîn û baz lê lê ciwanê
Tev jê firîn derketine der, lê lê lê ciwanê
Ma warê bûm û qertelan lê lê lê ciwanê
Tev jê firîn derketine der, lê lê lê ciwanê
Ma warê bûm û qertelan lê lê lê ciwanê
Credits
Writer(s): Mihemed şêxo, Seydaye Tirej
Lyrics powered by www.musixmatch.com
Link
Disclaimer:
i testi sono forniti da Musixmatch.
Per richieste di variazioni o rimozioni è possibile contattare
direttamente Musixmatch nel caso tu sia
un artista o
un publisher.